Yekîtiya Ewropa li dijî cezayên ku Amerîka bide Îranê derket
PeyamaKurd – Yekîtiya Ewropayê (YE) li ser daxwaza Amerîkayê ya vegerandina cezayan ser Îranê, ragihand ku Amerîka nikare cezayan vegerîne.
Wezîrê Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo ragihandibû ku ew ê cezayê NY yên ser Îranê vegerînin û ji nû ve wê ceza bikin.
Nûnerê Bilind yê Pêwendiyê Derve û Ewlehiyê yê YE Josep Borrell li ser mijarê got, Amerîka niha ji derveyî xebata hevbeş ya girêdayî Peymana Nuklerî ye, ji bo wê jî ew nikare cezayên Netewên Yekbûyî li ser Îranê vegerîne.
Borrell destnîşan kir, li gorî xebata hevbeş ya girêdayî Peymana Nuklerî, rakirina cezayên li ser Îranê dewam dike.
Hêjayî gotinê ye, Serokê Amerîkayê Donald Trump, di sala 2019an de ji peymana nukleerî ya ligel Îranê vekişiyabû û li pey wê jî ambargoyên aborî yên ser Îranê şidandibû ku Îranê wekî hokara aloziyê û fînansora terorê pênase dike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin