Yekîtiya Ewropa li dijî biryara Amerîka ya bo Îranê derket

23 April 2019 20:49 0 dîtin
Yekîtiya Ewropa li dijî biryara Amerîka ya bo Îranê derket

PeyamaKurd – Yekîtiya Ewropa (YE) li dijî biryara Amerîkayê ya rakirina mûafiyeta 8 welatan bo kirîna petrola Îranê derket û xemgîniya xwe bo wê biryarê anî ziman.

Berdevkê Komisyona YEyê Maja Kocijancic di civîneke rojnamevanî de, ji bo biryara Amerîkayê ya rakirina mûafiyeta dorpêçên ser Îranê bo hin welatan got, "Em biryara Amerîkayê bi xemgînî pêşwazî dikin.”

Kocijancic herwiha diyar kir ku heta Îran berpirsiyariyên xwe bicih werîne dê YE jî li gor peymana nukleerî ya ku Amerîka jê vekişiyaye tevbigere.