Yekîtiya Ewropa banga redkirina sererastkirina yasaya zewacê ya dijî jinan û zarokên keç li Iraqê kir

13 October 2024 15:03 0 dîtin
Yekîtiya Ewropa banga redkirina sererastkirina yasaya zewacê ya dijî jinan û zarokên keç li Iraqê kir

PeyamaKurd - Parlamentoya Ewropayê (PE), li ser projeyasaya guhertina Yasaya Rewşa Kesî ya hejmar 188 ya sala 1959ê ya Iraqê ku biryar e Parlamentoya Iraqê sererastkirinê tê de bike, gotûbêj kir.

Endamên Parlamentoya Ewropayê daxuyaniyek belavkirin û gotin: “Divê parlamenter bi temamî û demildest pêşnûmeya guhertina Yasaya Rewşa kesî red bikin. Herwiha qebûlkirina pêşnûmeyê, tê wateya binpêkirina pabendbûna erkên navneteweyî yên Iraqê li ser mafên bingehîn ên jinan.”

Parlamentoya Ewropayê pesnê jinên ew pêşniyar şermezar kirine da ku di nav wan de endamên Parlamentoya Iraqê, rêxistinên sivîl, çalakvan û endamên civaka sivîl hene û diyar kir, ew di wê baweriyê de ne ku guhertina vê yasayê, jin û zarokên ku bûne qurbaniyên şîdeta nav malê li Iraqê naparêze û wê pêşnumeya guhertina Yasaya Rewşa Kesî bibe sedema pêkanîna yasayeke hîn radîkaltir.

Di yasayê de çi guherîn tê kirin?

Hêjayî bibîrxistinê ye 4ê Tebaxê li Parlamentoya Iraqê rûniştina yekemîn û 12ê Îlonê jî rûniştina duyemîn ji bo sererastkirina Yasaya Rewşa Kesî ya hejmar 188 ya sala 1959ê hate kirin.

Li gor dîtinên pisporan eger ev yasa were sererastkirin wê mezhebgerî kûrtir bibe, mafê jin û zarokan wê zêdetir were binpêkirin. Herwiha wê bi vê sererastkirinê re, dema hevberdana jin û mêran, mafê dayiktiyê û mîras jî ji jinê were standin. Dîsa bi sererastkirina vê yasayê re, tê gotin ku wê zewaca zarokên keç ên 9 salî û zarokê kur yê 15 salî pêkan bibe û rê li ber zewaca ji derveyî dadgehê bê vekirin.