Yekîtiya Ewropa banga dadgehkirina Rûsyayê li Dadgeha Tawanên Ser kir

18 September 2022 17:03 0 dîtin
Yekîtiya Ewropa banga dadgehkirina Rûsyayê li Dadgeha Tawanên Ser kir

PeyamaKurd – Welatê Çekya ku seroka vê serdemê ya Yekîtiya Ewropayê (YE) ye, ji ber êrîşên ser Ukraynayê banga dadgehkirina Rûsyayê li Dadgeha Navdewletî ya Tawanên Şer kir.

Bangewaziya Çekyayê ya bo darizandina Rûsyayê li Dadgeha Tawanên Şer, piştî dîmenên dîtina bi sedan termên gorên komî yên li bajaroka İzyum a Ukraynayê hat ku di nav kesên hatine kuştin de, gelek zarok û jin jî hene.

Wezîrê Derve yê Çekyayê Jan Lipavsky got ku ew piştevaniya cezakirina hemû tawanbarên şer dikin û diyar kir: "Di sedsala 21ê de êrîşên dijî xelkê sivîl rewşeke gelekî tirsnak e. Nabe em vê nedîtî bikin. Divê bilez û dadgeha tawanên şer were danîn.”

Gorên komî yên li Ukraynayê piştî ku artêşa Ukraynayê dest bi hicûmê kir û hin herêmên ji destê Rûsyayê rizgar kirin derketin holê.

Rûsya ji 24ê Sibata 2022yan ve êrîşên ser Ukraynayê didomîne û heta niha gelek herêmên Ukraynayê jî hatine dagirkirin ku bi taybet li herêma Donbasê şerekî dijwar berdewam dike.