Yekîtiya Ewropa ji bo xeta sîn a Lubnanê banga agirbestê kir
PeyamaKurd – Nûnerê Yekîtiya Ewropa yê Pêwendiyên Derve û Polîtîkayên Ewlekariya Bilind Josep Borrell, di komcivîneke li Spanyayê hate lidarxistin de, banga agirbestê bo Lubnanê kir.
Borell li Barseloneyê ragihand: “Pêwîste demildest li xeta sînorê şîn ê Lubnanê ku Hêza Demkî ya Neteweyên Yekbûyî (UNIFIL) bicih bûye, agirbest bê pêkanîn û rêz li biryarên Konseya Ewlekariyê ya NY bê girtin.”
Josep Borrell, herwiha ji bo êrîşên ser hêzên UNFILê ji aliyê Îsraîlê ve jî got, nayê qebûlkirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin