Wezîrê nû yê Îranê banga dîyalogê li Yekîtiya Ewropa kir
PeyamaKurd – Wezîrê Derve yê kabîneya nû ya Serokomarê Îranê Mesûd Pezeşkiyan, Ebas Arakçî, bi Nûnerê Bilind ê Polîtîkayên Derve û Ewlekariya Yekîtila Ewropayê (YE) Josep Borell re bi rêya telefonê axivî.
Hate ragihandin ku Arakçî, di pêwendiya telefonî de banga dîyalogê li YEyê kiriye û gotiye, Îran amade ye têkiliyên xwe bi Ewropayê re pêş bixe.
Borell jî di pêwendiye ligel Arakçî de, bal kişandiye ser geşedanên gerdunî û herêmî û hêviya dîyaloga dualî ya bi Îranê re aniye ziman.
Hêjayî gotinê ye, Wezîrê Derve yê Îranê Ebas Arakçî, sala 2015an serokê şanda danûstankar a hevdîtinên nukleerî bû û roleke girîng di îmzekirina Peymana Nukleerî de lîstibû.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin