Yekîtiya Ewropa banga lêpirsîneke hûrî û vekirî li Îranê kir
PeyamaKurd – Piştî daxuyanîyên welatên Kanada, Ûkrayna, Amerîka û Brîtanyayê li ser ketina bi guman a balafira sefera Tehran û Ûkraynayê dikir ku 176 kesan tê de can dabû, ji Yekîtiya Ewropayê jî bangewazîyek bo Îranê hat kirin.
Li gorî lêkolînên medya Amerîkî û daxuyaniyên rayedarên Ûkrayna, Kanda, Brîtanya û Amerîkayê balafira rêwiyan bi moşeka Îranê hatiye xistin ku dibe bi şaşî jî bûyer qewimî be.
Lê belê Îran vê yekê red dike ku saziya karûbarên rêhewayê bi çend daxuyaniyên cuda ku dibêje, bûyer qezayek e jî gumanên li ser ketina balafirê ranekirin.
Serokê Konseya Yekîtiya Ewropayê (YE) Charles Michel, banga lêpirsîn û lêkolîneke hûrî û vekirî li Îranê kir û got ku mafê malbatên welatiyên di balafirê de can dane heye ku rastiyê bizanin.
Michel herwiha got ku ew piştgiriyê dide daxuyaniyên Serokê Ûkrayna Vladimir Zelenskiy, Serokwezîrê Brîtanya Boris Johnson û Serokwezîrê Kanadayê Justin Trudeau ku banga lêpirsîneke hûrî bo balafira li Tehranê ketiye kirine.
Hêjayî gotinê ye, balafira rêwiyan a ku ji Tehranê diçû Kîevê û 176 kes tê de bûn, piştî bi çend saetan bi ser êrîşa Îranê ya ser baregehên Amerîka yên li Iraqê de ketibû.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin