Yekîtiya Ewropayê ‘xeta sor’ a têkiliya Çîn-Rûsyayê eskere kir
PeyamaKurd – Berpirsê Polîtikayên Bilind ên Ewlekariyê û Pêwendiyên Derve yê Yekîtiya Ewropa (YE) Josep Borrell, derbarê îdiayên Amerîkayê yên ‘Çîn amadekariya şandina çekan bo şerê Ukraynayê ji Rûsyayê re dike’ de, daxuyanî da.
Josep Borell, li Brukselê beriya civîna Konseya Pêwendiyên Derve ya YEyê ji rojnamevanan re axivî û got ku ew li ser mijarê bi Wezîrê Derve yê Çînê Wang Yi re axiviye û nîgeraniyên xwe aniye ziman.
Herwiha Borell diyar kir, "Min daxwaz kir ku vê nekin. Min anî ziman ku ev dê ne tenê cihê nîgeraniya me be, min rastiya ku ev dê ji bo me xeta sor be anî ziman. Ji min re got ku ti planeke wan a şandina çekan nîne. Emê dîsa jî bi haydarî tevbigerin.”
Hêjayî gotinê ye, Wezîrê Derve yê Amerîkayê Antony Blinken jî 19ê Sibatê hişyarî dabû Çînê ku rasterast çekan ji Rûsyayê re neşînin û ev dê bandorê li pêwendiyên welatên din jî bike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin