Îranê, li dijî biryara Yekîtiya Ewropayê, bertek nîsan da
PeyamaKurd- Li gorî nûçeya ajansa fermî ya Îranê IRNAyê, Wezîrê Karên Derve yê Îranê Huseyîn Emîr Abdullahiyan, pêşnûmeya qanûnê ya Parlamentoya Yekîtiya Ewropayê (YE) ya ku tê xwestin Supaya Pasdaran a Îranê di lîsteya terorîstan de cih bigire, bertekeke tund nîşan da.
Hat ragihandin ku Abdullahiyan û Nûnerê Bilind ê Têkiliyên Derve û Polîtîkayên Ewlehiyê yên Yekîtiya Ewropayê (YE) Josep Borrell bi telefonê axivîn.
Hat diyarkirin ku Abdullahiyan rexne li pêşnûmeya ku ji aliyê Parlamentoya Yekîtiya Ewropayê ve ji bo Artêşa Pasdarên Şoreşê di lîsteya terorîstan de cih digire, hat amadekirin û wiha got:
"Mixabin îro me dît ku Parlamentoya Ewropayê pêşnûme biryareke hestyarî û ne profesyonal a ku li dijî eqliyeta siyasî û hiqûqnasiyê ye, weşand.”
Li gorî hat ragihandin, Abdullahiyan destnîşan kir ku Artêşa Supaya Pasdaran, wekî saziyeke fermî û serwer e ku ji bo ewlehiya neteweyî ya Îranê û têkoşîna li dijî terorê bi taybetî ji bo ewlehiya herêmê roleke girîng dilîze û wiha got:
“Tawanbarkirina Parlamentoya Ewropayê ya ya bi teroriyê ku li dijîî vê saziya ewlehiyê dabîn dike, tê kirin; tê wê wateyê ku Ewropa guleyê berî lingê xwe dide.”
Hat eşkerekirin ku Josep Borrell diyar kir ku ew ji pêvajoya dîplomatîk a ji bo vejîna peymana nukleerê memnûn in û ew ê xebatên xwe yên ji bo lihevkirinê bidomînin.
Borrell tekezî li ser giringiya berdewamiya hevkariya di navbera Ajansa Navnetewî ya Enerjiya Atomê (IAEA) û Îranê kir.
Borrell pêşnûmeya ku li Parlamentoya Ewropayê hat amadekirin nirxand û got, "Tevî ku Parlamentoya Ewropayê saziyek bi temamî serbixwe ye jî ev biryar bê kapasîteya rêveberiyê ye û tenê fikarên Ewropayê nîşan dide."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin