KENY ji bo gesedanên li Lubnanê civîneke awarte li dar dixe
PeyamaKurd – Civata Ewlekarî ya Neteweyên Yekbûyî (KENY) dê roja Înê piştî nîvro bi civîneke awarte li ser bûyerên Lubnanê bicive.
Seroka KENYê ya dema Slovenyayê diyar kir ku wan daxwaza Cezayîrê ya ji bo civîneke awarte qebûl kiriye.
Li gorî vê yekê, rûniştina awarte ya KENYê wê roja Înê saet di 22.00an de (li gorî dema herêmî 15.00) pêk were.
Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonio Guterres diyar kir ku rewşa Lubnanê rîska belavbûna pir zû heye û ji bo pêşîgirtina li vê yekê divê hemû xebat bên kirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin