Sirbîstan wê daxwaza rûnistina awarte ji KENYê bike
PeyamaKurd – Serokê Sirbîstanê Aleksandar Vucic diyar kir ku ew ê ji Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî (KENY) daxwaz bikin ku "ji bo pirsgirêka Kosovayê" civîneke awarte li dar bixe.
Vucic di axaftina xwe ya ji gel re derbarê rêziknameya ku li Kosovayê ket meriyetê ya ku qedexeya bikaranîna dînarê Sirbî di danûstendinên pereyan de dike de daxuyanî da.
Vucic anî ziman ku bikaranîna dînarê Sirbî li welêt ji aliyê Serokwezîrê Kosovayê Albin Kurti ve "qedexe" ye û destnîşan kir ku ev biryar ji bo "bi qestî şert û mercên jiyanê yên bê tehemmul bi Sirban re bihêle" hatiye girtin.
Vucic diyar kir ku ew ê xebat û hevdîtinên xwe yên bi hevkarên xwe yên navneteweyî re bidomînin û got ku "ji bo mijara Kosovayê" wê nameyekê bidin Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî (KENY).

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin