NATO li ser daxwaza Tirkiyê bi rojeva Idlibê civîneke awarte pêk tîne

28 February 2020 12:21 0 dîtin
NATO li ser daxwaza Tirkiyê bi rojeva Idlibê civîneke awarte pêk tîne

PeyamaKurd – NATO li ser daxwaza Tirkiyê, bi mijara êrişa li Îdlibê ku di encamê de bi kêmanî 33 leşkerên tirk ji aliyê hêzên esmanî yên Sûriyê ve hatibûn kuştin, îro civîneke awarte pêk tîne.

Sekreterê Giştî yê NAYO yê Jens Stoltenberg ragihand ku, Tirkiyê ji NATOyê xwestiye ku bûyer û pêşhatên dawîn di çarçoveya xala 4emîn de bêne nirxandin û di vê çarçoveyê de jî civîneke awarte dê were lidarxistin.

Tê çaverêkirin ku di civînê de nûnerên 29 welatên endamên NATOyê amade bin.

Xala 4emîn a NATOyê dibêje, eger hat û metirsî li ser yekrêziya xak û serwerî û ewlekariya welatekî endamê NATOyê bibe, hemû alî bi hev dişêwirin.