Sanatorên DYAyê, daxwaz kirin ku sanato givasan deyne ser Tirkiyê
PeyamaKurd – Sanatorên DYAyê Chris Van Hollen û Lindsey Graham endîşeyên xwe yên li Sûriyê sedem nîşan dan û daxwazanama xwe ya ji bo givaşan deynin ser Tirkiyê, pêşkêşî sanatoya DYAyê kirin. Her dû sanator gotin ku êrîşên grûbên di bin desthilata Tirkiyê de, êrîş dibin ser hevkarên DYAyê yên Kurd û êrîş zerarê didin ewlehiya herêmê û bergirtina li IŞİDê.
Sanatorê partiya Demokratan Chris Van Hollen û sanatorê Partiya Komarî Lindsey Graham do bi şev daxwuyaniyekî hevpar dan û gotin ku daxwaznameyekî bi navê “Qanûna Têkoşîna li Dijî Êrîşkeriya Tirkiyê ya 2024” dane Sanatoya DYAyê. Di daxwuyaniya her dû sanatoran de hat gotin:
“Hêzên bi desteka Tirkiyê zerarê didin hevkarên me yên Kurdên Sûriyê, êrîşên wan zerarê didin ewlehiya herêmê û bergirtina li hemberê vejîna DEAŞê. Îro sanator Graham û ez, me daxwaznamê da sanatoyê eger Tirkiye herêmê bêçek û agirbesê qebûl neke, me reşbeleka qanûnekî da sanatoyê da givaşan deynin ser Tirkiyê.
Em ji bo temamê Sûriyeyiyan, Sûriyekî yekgirtî, rêvebiriyekî berfireh û bi îstîqrar dixwazin û desteka hevkarên me yên Sûriyê, ji bo em bigihên vê hedefê pêwiste.”
Her dû sanator roja Çarşemê gotibûn ku:
“Eger Ankara li herêmê agirbesekî mayînde û herêma ji çekan hatibe safîkirin qebûl neke, emê daxwaza dorpêça ser Tirkiyê bikin. Wê daxwazname wekî daxwaznama sala 2019an be.”
Roja Pêncşema borî sanatorê Komarî John Kennedy li ser pêşdeçûnên li Rojavayê Kurdistanê axifîbû û gotibû ku serokkomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdoğan ji Kurdan nefretê dike û bila Kurdan rihet bihêlin û weha dewam kiribû:
“Ez ê di derbarê Erdoğan de ramanên xwe nebêjim lê îstîxbarata me dibêje ku grûbên çekdar yên li ser sînorê Sûriye-Tirkiye bi tankên xwe ve hene û hewl didin ku Sûriyê îşxal bikin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin