Sanatorên Amerîkî: S-400 bo xistina balafirên F-35 hatine çêkirin

10 April 2019 00:14 0 dîtin
Sanatorên Amerîkî: S-400 bo xistina balafirên F-35 hatine çêkirin

PeyamaKurd- 4 sanatorên Amerîkayê bo rojnameya New York Times ê gotarekî nivîsandin û di gotarê de behsa mijara kirîna sîstema hewayî ya S-400an kirin ku Tirkiye ji Rûsyayê kiriye. Her weha behsa balafirên F-35 an jî tê de kirin û bo Tirkiyê weha gotin: Divê Tirkiye di navbera Amerîka û Rûsya de tercîha xwe bike.

Her 4 sanator jî endamên komîsyona têkiliyên derve yê Amerîkayê ne û dibêjin S-400 bo xistina balafirên F-35 hatine çêkirin. Eger Tirkiye wê sîstemê bikire, di çarçoveya qanûnan de wê her dorpêçê deynin ser Tirkiyê. Makaleya ku bo rojnama NYT ê hatiye nivîsandin, navên van sanatoran li binê wê hene: Jim Inhofe, Jack Reed, Jim Risch û Bob Menendez. Her çar sanator ji her dû partiyane, ne tenha ji yek partiyekî.