Zelenskiy, daxwaza civîna awarte li NYê kir

24 November 2022 17:00 0 dîtin
Zelenskiy, daxwaza civîna awarte li NYê kir

PeyamaKurd- Serokê Dewleta Ukraynayê Volodimir Zelenskiy ragihand ku piştî êrîşên moşekî yên Rusyayê yên li dijî Ukraynayê, wî ji Encûmena Asayîşa Neteweyên Yekbûyî (NY), daxwaza civîneke awarte kiriye.

Zelenskiy bi rêya daxuyaniyekê ragihand ku "Piştî êrîşên îro yên Rusyayê, min ferman da nûnerê me yê daîmî yê li Neteweyên Yekbûyî ku bi lezgînî daxwaza civîneke awarte ji Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî bike.

Kuştina sivîlan û wêrankirina binesaziya sivîl, kiryarên terorîstî ne. Ukrayna, daxwaza xwe ya ku civaka navneteweyî li hember van tawanan bersiveke biryardar bide, berdewam dike.”

Hat ragihandin ku di êrîşên li herêma Kievê hatibûn kirin de 6 kesan jiyana xwe ji dest dane û 5 jê zarok 36 kes jî birîndar bûne.

Her wiha ji aliyê Hêzên Asîmanî yên Ukraynayê ve jî hatragihand ku Rusyayê 70 moşek havêtine nav axa Ukraynayê û 51 jê hatine îmhakirin.