Li Misrê civîna awarte ya Filîstînê: Wê pêsniyara Trump were gotûbêjkirin
PeyamaKurd - Wezareta Derve ya Misirê ragihand ku wê 27ê Sibatê li Qahîreyê civînek awarte li ser pirsgirêka Filistînê were lidarxistin.
Di daxuyaniya wezaretê de hatiye diyarkirin ku wê civîna li ser asta dewletên Ereb li Qahîre were lidarxistin û hate gotin, "Ji bo civînê hemahengî ligel Şahîtiya Behrêynê û Emîndariya Giştî ya Komkara Dewletên Erebî hatiye kirin. Filistîn jî di nav de nîqaş û hemahengî bi dewletên Ereban re hate kirin."
Hate ragihandin ku wê civîn li ser daxwaza Filistînê were lidarxistin.
Li gorî zanyariyan, wê di civînê de helwesta li hember pêşniyara Serokê Amerîka Donald Trump a li ser radestkirina Xezeyê bo Amerîkayê were gotûbêjkirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin