Balafira Rûsyayê ya ku 236 rêwî tê de bûn bi awayekî awarte daket Misrê
Di daxuyaniya Wezareta Firokevaniya Sivîl a Misirê de hat gotin, do êvara înê (04.01.2025) firokeya Airbus A-321 a şîrketa Ural Airlinesê ya Rûsyayê bi awayekî awaretyli Balafirgeha Şerm El-Şêxê daket ku ji Şerm El-Şêxê Yekaterînbûrgê û 236 rêwî tê de bûn.
Hat ragihandin ku pîlotê balafirê ragihand ku 10 deqîqe piştî rabûnê di motorekî de pirsgirêkeke teknîkî hatiye tespîtkirin.
Di daxuyaniyê de weha hat gotin: “Piştî pirsgirêkeke teknîkî, pîlotê balafira Rûsyayê demildest ji birca kontrolê daxwaza daketina lezgîn kir. Piştî ku balafir li gorî saeta herêmî di 16.55an de bi silametî li balafirgehê daket, hemû rêwiyên tê de bi silametî sewqî termînala navneteweyî hatin kirin."
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku ekîbên pispor ji bo tespîtkirina sedema pirsgirêkê û tamîrên pêwîst dest bi lêkolînan kirine.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin