Vucic: NATOyê, daxwaza Sirbîstanê red kir
PeyamaKurd- Serokomarê Sirbistanê Aleksandar Vucic ragihand ku Hêzên Aştiyê yên Kosovayê (KFOR) daxwaza Sirbîstanê ya şandina leşker û polîsan a ji bo Kosovayê red kiriye.
Hêzên Aştiyê yên Kosovayê, bersiv da daxwaza Sirbîstanê ya ji bo bicihkirina leşker û polîsan a li bakurê Kosovayê ya di nav aloziyên bi Kosovayê re.
Serokomarê Sirbistanê Aleksandar Vucic, di daxuyaniyekê de got ku KFOR daxwaza Sirbistanê ya şandina leşkeran a ji bo Kosovayê red kir û bersiva wan "rastlêhatinî" di rojeke watedar de hat dayîn, di heman rojê de ku Xiristiyanên Ortodoks Cejna Noelê pîroz dikirin.
Vucic got, "Me hemûyan dizanibû û hêvî dikir ku dê bersiv çi be, min berê jî ev yek gotibû. Bê guman, wan bersiv da ku ne hewce ye ku Hêzên Çekdar ên Komara Sirbîstanê vegerin ser axa Kosovayê."
Vucic diyar kir ku biryara 1244an a Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) mafê KFORê qebûl nake ku Sirbîstanê red bike û got,
“Heger di şeva Noelê de bersiveke erênî bidana me, wê demê ev yek watedar dibû. Lê gava ku hûn beriya sersalê bersiveke neyînî bistînin, hûn dikarin fêm bikin ku ew ne rastlêhatin bû.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin