Vucic: Dixwaze Sirbîstan û NATOyê bîne hember hev

25 June 2023 23:00 0 dîtin
Vucic: Dixwaze Sirbîstan û NATOyê bîne hember hev

PeyamaKurd- Serokomarê Sirbistanê Aleksandar Vucic îdia kir ku armanca Serokwezîrê Kosovayê Albin Kurti ew e ku Sirbîstan û NATOyê bîne hember hev.

Aleksandar Vucic, li paytext Belgrade beşdarî bernameya televizyone bû û rageşiya ku hîn jî li bakure Kosovaye berdewam e, nirxand.

Vucic da zanîn ku rageşiya li bakurê Kosovayê hîn negihîştiye asta herî jor û amaje kir ku Kosova ji bo guh nede peymana ku di navbera Yekîtiya Şaredariyên Sirbîstanê de hatiye destnîşankirin ku tê de Yekîtiya Şaredariyên Sirbî ava bibe, rageşî zêde kirine.

Vucic da zanîn ku Kurti şer dixwaze û got, “Ew dixwaze Sirban bikişîne nav pevçûnan. Kurti xwedî wê armancê ye ku Sirbîstan û NATOyê bûne hember hev. Divê Sirbîstan ji niha û pê ve gelek baldar be."

Her wiha Vucic diyar kir ku ew ê îro bi Sirbên Kosovayê re bicive û ew ê tu carî destûrê nedin sirgûnê.