"DYA ji NATOyê dernakeve, tenê dixwaze Ewropayê bitirsîne"

04 March 2025 10:40 0 dîtin
"DYA ji NATOyê dernakeve, tenê dixwaze Ewropayê bitirsîne"

PeyamaKurd - Parlamenterê Parlamentoya Ewropayê Markus Buchheit got ku Amerîka ji NATOyê dernakeve, tenê dixwaze Ewropayê bitirsîne.

Îhtîmala vekişîna Amerîka ji NATOyê dîsa ket rojevê, bi taybetî jî dema Donald Trump ket pêşbirka serokatiyê dîsa hat rojevê. Trump berê NATOyê wekî bargiraniyek darayî ya nepêwist dît û destnîşan kir ku hevalbendên Ewropî divê lêçûnên xwe yên berevaniyê zêde bikin.

Vê fikrê di nav endamên Parlementoya Ewropayê de bertek nîşan da. Roja Yekşemê 02.03.2025, bi beşdariya gelek serkirdeyên Ewropa û cîhanê, bêyî beşdariya Amerîkayê, li Londonê konferansek bi navê “Ewlehiya Pêşeroja me” hate lidarxistin.

Markus Buchheit ji K24ê re got, ez bawer nakim Amerîka ji NATOyê vekişe, lê bi baweriya min Amerîka dixwaze fişarê bixe ser Ewropiyan da ku zêdetir pere ji bo NATO û ewlehiya Ewropayê xerc bikin. DYA naxwaze bi pereyên xwe welatên din biparêze.

Îhtîmala vekişîna Amerîka ji NATOyê hîn hemû rêberên Ewropî razî nekiriye ku ev fikir wê bibe rastî, hin ji wan jî bawer dikin ku ev îhtîmal ji bilî "tehdîd"ê ne tiştek din e. Lê piştî ku DYA piştgiriya xwe ya ji bo rêxistinên navneteweyî qut kir, ji bo vekişîna ji NATOyê pêşniyarek pêşkêşî Senatoya DYAyê kir.

Parlamenterê Parlamentoya Ewropayê Îvaylo Vulçev ji K24ê re got: "Konferans peyamek bû ji bo Amerîkayê û fikra Amerîkayê ya derketina ji NATOyê tê wê wateyê ku divê Ewropa ji bo parastina xwe amade be."