Fransa dixwaze ew welat jî bibe endamê NATOyê
PeyamaKurd- Wezîra Karên Derve ya Fransayê Catherine Colonna ragihand ku mafê dewletên serdest e ku bi azadî hevalbendên xwe hilbijêrin û ji ber vê yekê ew alîgirê endambûna Ukraynayê ya NATOyê ne.
Catherine Colonna, di Civîna Wezîrên Karên Derve ya nefermî ya ku li Osloya paytexta Norwêcê tê kirin axivî.
Colonna amaje bi wê yekê kir ku mijara sereke ya civînê dê şerê nabera Ukrayna û Rusyayê be û diyar kir ku divê welatên hevpeymaniyê, di mijara Ukraynayê de bi berdewamî û berpirsiyarî tevbigerin.
Wezîra Fransayê Colonna diyar kir ku divê welat pêwendiyên xwe yên ewlehiyê yên li hember Ukraynayê bidin pêş û got, “Siyaseteke navdewletî ya hêsan e ku mafê hemû dewletên serwer heye ku bi azadî hevalbendên xwe hilbijêrin. Em bi biryar in ku li hember vê qanûnê rêzdar bin.”
Colonna da zanîn ku ew ê di civînê de qala endamtiya Swêdê ya NATOyê jî bikin û got ku “Wekî mînaka Finlandiyayê, em ê di mijara Swêdê de tenê wekî çavdêr nemînin, di tevlîbûna tifaqê de em ê ewlehiya Ewropayê tahkîm bikin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin