Fransa: Li Lubnanê reform neyên kirin dibe ku welat tune bibe

27 August 2020 20:12 0 dîtin
Fransa: Li Lubnanê reform neyên kirin dibe ku welat tune bibe

PeyamaKurd – Wezîrê Derve yê Fransayê Jean-Yves Le Drian, piştî teqîna Beyrûdê ku Lubnan xistiye rewşeke gelekî zehmet car din bangewazî kir û got, heger reform neyên kirin Lubnan rûbirûyî tunebûnê ye.

Wezîrê Derve yê Fransayê herwiha ragihand ku wê Serokomarê Fransa Emmanul Macron bi rojeva reforman car din serdana Lubnanê bike û diyar kir, divê hikûmeta nû bilez were avakirin û bê tevgermayîn wê welat ber bi tunebûnê ve bibe.

Le Drian got, “Ger ew (rayedarên Lubnanî) reforman nexin warê cîbicîkirinê, civaka navdewletî ti îmzeyekê bi wan re nake. Divê vê bilez bikin lewra xeterî li ser tunebûna Lubnanê heye.”