Rayedarên Îsraîlê: Heta Îsraîl neyê gulebarankirin wê li Gazze û Lubnanê êrîs neyên kirin

08 April 2023 11:37 0 dîtin
Rayedarên Îsraîlê: Heta Îsraîl neyê gulebarankirin wê li Gazze û Lubnanê êrîs neyên kirin

PeyamaKurd – Rayedarên payebilind ên Îsraîlî diyar kirin, heta ku li dijî Îsraîlê gule neyên berdan, li Gazze û Lubnanê êrîş nayê kirin.

Rayedarên payebilind ên Îsraîlî ku navên wan nehatin eşkerekirin, ji Saziya Weşana Giştî ya Îsraîlê (KAN) re axivîn û diyar kirin, ji ber agahiyên îstîxbaratê ku Hîzbullah li pişt êrîşa bi roketan a ji Lubnanê ne, ti bersiv ji Hizbullahê re nehatiye dayîn.

Rayedaran diyar kirin, heta Îsraîl neyê gulebarankirin wê li Gazze û Lubnanê êrîş neyên kirin.

Di raporê de herwiha hat gotin, rayedarên Îsraîlî: "Rêkxistina ewlehiyê ya li Îsraîlê bi biryar e ku li hemû eniyan aloziyê zêde neke, nemaze di Cejna Derbasbûnê ya Cihûyan de."