Amerîkayê ji bo Îsraîlê daxwazek ji Erebistina Siûdî kir: Heta pêk neyê nabe!
PeyamaKurd – Şêwirmendê Ewlehiya Niştimanî yê Amerîkayê Jake Sullivan, di hevpeyvîneke ligel rojnameya Îngilîzî Financial Times de, ragihand ku Washington heta proseya asayîbûnê bi Îsraîlê re pêk neyînê peymana berevaniyê bi Erebistina Siûdî re girê nade.
Jake Sullivan di hevpeyvîna Financial Timesê de peyama Washingtonê daye Erebistana Siûdî û gotiye, heta ku peymana asayîbûnê ya navbera Erebistana Siûdî û Îsraîlê negihe serî, Washington peymana berevaniyê (firotina çekan) bi Riyadê re pêk nayîne.
Sullivan diyar kiriye ku derbarê mijarê de ew ê di mehên pêş de daxuyaniyekê bidin û got, “Bi giştî mercê Amerîkayê bi Erebistana Siûdî re, lihevkirineke dualî, asayîbûn û avêtina gavên watedar bo gelê Filîstînê ye. Pêwîste ev hemû bên ba hev. Em nikarin parçeyekxî ji yê din cuda bikin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin