Macron: Ez naxwazim Fransa bibe welatê dijminê misilman, cihû û biyaniyan
PeyamaKurd – Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron ku di hijlbirtinên 10ê Nîsanê yên gera yekem a seroktiyê de, beşdarbûna hilbijartinên gera duyem misoger kiriye, piştî diyarbûna encamên destpêkê yên dengdanê daxuyanî dan.
Macron, rexne li hevrika xwe ya hilbijartinên serokomariyê Marine Le Pen a rastgira tundrew girtin û got, ew naxwaza Fransa bi siyaseta popûlîst bibe dijminê hevpeymanên xwe û biyaniyan.
Macron diyar kir ku ew naxwaze di têkoşîna dijî îslama tundrew de, astengî li ser misilmanan û herwiha li ber cihûyên Fransayê bêne derxistin û got, “Ez Fransayeke parçeyek ji Ewropaya bihêz dixwazim.”
Macron li ser encamên gera yekem a hilbijartinan da xuyakirin ku hîn her tişt bidawî nebûye û wê 15 rojên bê ji bo Fransa û Ewropayê diyarker be.
Gera duyem a hilbijartinên Serokomariya Fransayê ku Macron û Le Pen hevrikiyê dikin 24ê Nîsanê birêve diçe.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin