Zelenskî: Em ê tu carî nehêlin ku welatê me parçe bibe
PeyamaKurd – Serokê Ûkraynayê Volodîmîr Zelenskî hat Enqereya paytexta Tirkiyeyê.
Berî hevdîtina xwe ya li gel Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan, li Balyozxaneya Ûkraynayê ya li Enqereyê bersiva pirsên rojnamegeran da.
Zelenskî diyar kir ku ew nikarin berovajî Destûra Bingehîn a Ûkraynayê tevbigerin û got, “Em ê tu carî herêmên xwe yên ku ji aliyê Rûsyayê ve hatine dagirkirin, weke beşekî Rûsyayê nas nekin. Ew parçeyekî Ûkraynayê ne.”
Zelenskî anî zimên ku wan tercîh kiriye ku bi riya dîplomasiyê axa Ûkraynayê ya ji aliyê Rûsyayê ve hatiye dagirkirin bi paş de bistînin û wiha got:
“Ji ber ku em naxwazin gelê me têk biçe, ew xezîneya me ya herî mezin e.”
Zelenskî bang li hemû aliyên navbeynkar kir û got,
“Ûkrayna dixwaze şer bi dîplomasiyê û bê rijandina xwînê were çareserkirin, lê em ê tu carî nehêlin ku welatê me parçe bibe.”
Wî her weha bi bîr xist ku ew Tatarên Qirimê wekî gelê xwecih ê Ûkraynayê nas dikin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin