Erdogan: Em ê nehêlin ku erdnîgariya me careke din bi parçebûna Sykes-Picot a nû ji hev were perçekirin.
PeyamaKurd – Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan beşdarî Teknofest 2024an a ku li Balafirgeha Şakirpaşa ya Edeneyê hat lidarxistin bû.
Erdogan derbarê êrîşa Îsraîlê ya li dijî Xezze û Lubnanê de daxuyanî da û bal kişand ser peymana Sykes-Picotê û wiha got:
'Em ê çavên xwe negirin'
"Em her tim alîgirê aştî û aramiyê ne. Em van hemûyan ne ji ber ku em bi xîretkêşiya şer in, lê ji bo ku welat û welatiyên xwe ji çavên xerab bi rêkûpêk biparêzin dikin.
Li hemberî tevliheviya li herêma me, em ê weke heta niha li aliyê edaletê, li aliyê bindestan bin. Em ê nehêlin ku erdnîgariya me careke din bi parçebûna Sykes-Picot a nû ji hev were perçekirin."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin