Erdogan: Navguhertin û xapandin hebe, em ê kevir li ser kevir nehêlin
PeyamaKurd - Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan li Ofîsa Serokomariya Tirkiye ya Dolmabahçe ya Stenbolê, beşdarî bernameya yekem fitarê ya meha Remezanê bû û derbarê banda çekdanîn û fesihkirina PKKê de daxuyanî dan.
Erdogan hişyarî da û got, "Eger bixwazin me bixapînin, em kevir li ser kevir nahêlin. Heke destê ku me dirêj kiriye li hewayê bimîne yan jî bê gezkirin hemberî vê kulma me ya hesin her tim amade ye. Em çiqas ji jiyana di nav aştî û aramiyê da hez bikin jî ji bo nirx, bawerî, welatî û dewleta me ya ku em wekî muqedesatên xwe dibînin tewîzê nadin."
Erdogan herwiha got, "Tirkiye di nav sînorên xwe û derveyî sînorên xwe de di mijara têkoşîna dijî terorê de ne tenê li herêma me, bi giştî welatê herî xurt, bi qabiliyet û bihêz ê dinyayê ye. Eger sozên hatine dayîn neyên girtin, fenên ji bo xapandinê yên wekî, nav bên guherîn (PKK) û ji ya xwe neyên xwarê dê guneh ji me biçe."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin