Erdogan: Ger helwesteke samîmî hebe, dê hilbijartin bê betalkirin

10 April 2019 10:09 0 dîtin
Erdogan: Ger helwesteke samîmî hebe, dê hilbijartin bê betalkirin

PeyamaKurd- Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan piştî serdana xwe Rûsyayê li ser encamên hilbijartinan axivî û diyar kir ku dibe hilbijartin bên dûbarekirin.

Serokomarê tirk Erdogan got, “Di hilbijartinên Stenbolê de sextekarî hatine kirin û ev yek şaîbeyê bi xwe re tîne. Ya rastî ger helwesteke samîmî hebe ev yek dê bike ku hilbijartin bê betalkirin"

Erdogan amaje kir ku bi 13-14 hezar dengên zêde hilbijartin nayê qezenckirin û vebijarka dûbarekirina dengdanê anî rojevê. Erdogan, “îtîrazên pêwist hatine kirin û li ser wan lêpirsin tê kirin. Li devereke weke Stenbolê ku nêzî 11 milyon dengdêr lê dijîn. Serê pêşiyê derqa di navbera herdu namzedan de 30 hezar bû, piştî îtîrazan dê dakeve 13-14 hezaran û ev nayê qebûlkirin. Dê biryara dawiyê Lijneya Bilind a Hilbijartinê (YSK) bide.”

Li gorî yasa û porsedurên Tirkiyê ji bo hilbijartin bên dûbarekirin, divê delîlên berbiçav ên eşkere û serîldanên îtîraza derasayî hebin. Biryara dawî YSKê dide û dema dawî ya îtîrazan 13ê nîsanê ye.