Barzanî: Divê aliyên siyasî di kampanyayên hilbijartinan de helwesteke medenî nîsan bidin
PeyamaKurd – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî derbarê hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê de daxuyaniyek da û daxwaz ji hemû aliyên siyasî kir ku bi awayekî şaristanî û aram karekî şaristanî û aram bikin.
Nêçîrvan Barzanî li gel Rêveberê Rêveberiya Serbixwe ya Soran Halgurd Şêx Necîp û berpirsên îdarî yên herêmê civiya. Di civîna navborî de, geşepêdana herêmê û proseya hilbijartinên pêşwext li ser maseyê hatin gotûbêjkirin.
Li gor daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê, di civînê de derfetên heyî û projeyên paşerojê yên ji bo pêşketina herêmê hatin nirxandin. Herwiha ji bo çareserkirina kêşeyên herêmê û peydakirina pêdiviyên gel, bîr û raman hatin guherandin.
Di daxuyaniyê de hate gotin ku Barzanî tekez li ser wê yekê jî kiriye ku ji bo xizmetkirina baştir wê berdewam bin li ser piştevaniya hemû rêveberiya serbixwe ya Soranê. Herwiha hat gotin ku alîkariyên rayedarên Soran ên ji bo geşepêdana herêmê hatin nirxandin.
Hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê (20ê Cotmehê) jî yek ji rojeva girîng a civînê bû.
Barzanî balkişand li ser giringiya hilbijartinan û daxwaz ji hemû aliyan kir ku, helmeteke medenî û aram birêve bibin û hewl bidin ku proseya hilbijartinan bi ser bikeve.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin