Nêçîrvan Barzanî: Divê kampanyayên hilbijartinê negihin asta hevdusikandinê
PeyamaKurd - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî derbarê kampanyayên hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê de agahî dan û got, nabe kampanyaya hilbijartinan bi awayekî ku hevdu bişkînin û reş bikin be û asayîşa civakî ya Herêma Kurdistanê têk bibe.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, îro15ê Îlonê li Zaxoyê ji rojnamevanan re ragihand, di heyama 3 salên borî de, gelek kar û projeyên ciwan ji bo Îdareya Serbixwe ya Zaxoyê hatine pêkanîn û wiha pê de çû: “Tiştê ku ez dixwazim bibêjim ew e ku gelê me bêtir pêwîstiya wan bi xizmetguzariyê heye. Ez destxweşiyê li hemû kesên ku ji bo vê îdareyê karên baş kirine, dikim.”
Derbarê kampanyayên bangeşeya hilbijartinan de jî Serokê Herêma Kurdistanê got: “Divê bangeşe bê kirin, lê bi awayekî ku kes kesî neşikîne. Di encamê de em hemû di heman keştiyê de ne. Hilbijartin asayî ye û dikare were kirin, lê divê negihêjin asta ku hevdu bişkînin. Pêwîst e bangeşeya hilbijartinan bi awayekî neyê meşandin ku ewlehiya civakî ya Herêma Kurdistanê têk bibe.”
Li ser pirsgirêkên bi Bexdayê re, Nêçîrvan Barzanî diyar kir: “Hikûmeta Herêma Kurdistanê hewl dide pirsgirêkan di çarçoveya destûra Iraqê de çareser bike. Em dixwazin hemû pirsgirêk di çarçoveya destûra Iraqê de bên çareserkirin.”
Serokê Herêma Kurdistanê da zanîn: “Em hatin vê deverê ji bo ku em ji nêzîk ve agahdarî rewşa vê deverê bin, tiştê ku ez dibînim li vê herêmê karekî ciwan û baş hatiyekirin, ez destxweşiyê li hemû wan kesan dikim ku ji bo Zaxo kar kirine.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin