Nêçîrvan Barzanî: Eger li Iraqê aliyên siyasî li gorî destûrê kar bikin, çareserî hêsan dibin

20 November 2023 15:17 0 dîtin
Nêçîrvan Barzanî: Eger li Iraqê aliyên siyasî li gorî destûrê kar bikin, çareserî hêsan dibin

PeyamaKurd - Serokê Herema Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di gotara xwe ya ku di Çaremîn  Korbenda Aştî û Ewlehiya Rojhilata Navîn (MEPS) de balê kişand ku li Iraqê heger pêwistiyên destûrî bên dabînkirin û li gor destûrê dan û sitendin bên kirin, çareseriya pirsgirêkan hêsan dibe. 

Nêçîrvan Barzanî balê kişand ku şerê Îsraîl û Hemasê careke din îspat kir ku ewlehiya cîhanê têgeheke watedar û rasteqîn e.û berfirehbûna şerê Îsraîl û Hemasê û zêdetir tevlîbûna hêzên herêmê di nava wî şerî de, dê rewşê dijwartir û bitirs dike. 

Serokê Herêma Kurdistanê dîsa balê kişand ku bi tepisandin û taloqkirinê pirsgirêk çareser nabin û çareserî çiqas bên dûrxistin ew qas encamên metirsîdartir peyda dikin.

Neçîrvan Barzanî  got: “Iraq jî piştî 20 salan ji azadiyê, divê baştir bibûya, eger ku destûr wek xwe bihata cîbicîkirin û federalîzma ku sîstema Iraqê ye û gelê Iraqê deng daye wê, ava bibûya. Di rewşeke wiha de divê em li Iraq û Herêma Kurdistanê ji her demê bêhtir bi hişyarî tevbigerin. Nabe bi ti egerekê Iraq bikeve nav nakokiyan û aloziyan, ji ber ku dê zirareke mezin bide û divê Iraq aram be û ber bi pêş ve biçe. Niha dem hatiye ku Iraq bibe qada çareserkirina pirsgirêkan, ne qada şer û pevçûnan li herêmê.”