Nêçîrvan Barzanî: Divê aliyên Iraqê li ser berjewendiyên gistî stratejîk bifikirin

18 October 2022 18:48 0 dîtin
Nêçîrvan Barzanî: Divê aliyên Iraqê li ser berjewendiyên gistî stratejîk bifikirin

PeyamaKurd - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, îro 18ê Cotmehê roja Sêşemê li Hewlêr a paytexta Herêma Kurdistanê pêşwazî li Balyozê Brîtanya yê Iraqê Mark Bryson Richardson kir.

Serokatiya Herêma Kurdistanê ragihand, di civîna digel Mark Bryson Richardson û şanda pê re de, pêşhatên dawî yên rewşa siyasî li Iraqê, hilbijartina Serokomar û erkdarkirina Serokwezîr ji bo pêkanîna kabîneya nû ya hikûmeta Iraqa Federal hatin gotubêj kirin.

Nêçîrvan Barzanî di civînê de, da zanîn ku gelek girînge hikûmeta nû ya Iraqê karên xwe yên pêşîne destnîşan bike û xizmetgûzarî û derferên kar pêşkêş bike, derfet jî heye hinek ji pirsgirêkên welat çareser bike û herwiha divê aliyên Iraqê li ser berjewendiyên giştî yên welat bi awayekî stratejîk hizir bikin û bi hev re ji bo çareserkirina pirsgirêkan û vegerandin û parastina îstiqrarê kar bikin.

Herwiha rewşa navxwe ya Herêma Kurdistanê jî di civînê de hat rojevê ku teqezî li ser girîngiya parastina yekrêziya navbera alî û pêkhateyên Herêma Kurdistanê hate kirin.

Her du alî hevnêrîn bûn ku di warê demokrasiyê de welatên dost û civaka navdewletî ji nêzîk ve çavdêriya Iraq û Herêma Kurdistanê dikin û çaverê ne ku astengî û arîşeyên li pêşiya hilbijatinan çareser bikin.

Herwiha di civînê de; pêwendiyên Iraq û Herêma Kurdistanê digel Brîtanyayê û derfetên berfirehkirina hevkariyên hevbeş ên navbera wan û bi taybetî di warê kar û berhemanînê de, têkiliyên Iraq û Herêma Kurdistanê digel welatên cîran û herêmê û rewşa herêmî bi giştî hatin nirxandin.