Nêçîrvan Barzanî û Berhem Salih civiyan: Divê hikûmeta nû ya Iraqê bersiva daxwazên welatiyan bide

17 November 2021 19:09 0 dîtin
Nêçîrvan Barzanî û Berhem Salih civiyan: Divê hikûmeta nû ya Iraqê bersiva daxwazên welatiyan bide

PeyamaKurd - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro 17ê Mijdarê  li Hewlêrê pêşwazî li Serokomarê Iraqê Berhem kir û herdu alî hevnêrîn bûn ji bo bicihkirina aramiyê û pêkanîna hikûmeteke xizmetguzar ku bersiva daxwaziyên welatiyan bide.

Serokatiya Herêma Kurdistanê ragihand, di civîna Nêçîrvan Barzanî û Berhem Salih de, qonaxa piştî hilbijartina parlamentoya Iraqê û encamên wê, peywendiyên Hewlêr-Bexdayê û hewlên çareserkirina pirsgirêkên di navbera aliyan de, mijara damezrandina hikûmeta nû û rewşa Iraqê bi giştî hatin gotûbêjkirin.

Şerê li dijî terorê, rûbirûbûna metirsiyên DAIŞê û pêşhatên li navçeyê beşek ji mijarên civînê bûn ku giftugo li ser hatin kirin.

Hat diyarkirin, herdu aliyan tekezî li ser girîngî û pêwîstiya hevkarî û hevahengiya hêz û aliyên Iraqî kir ji bo derbaskirina astengiyên vê qonaxê.

Serokê Herêma Kurdistanê, li hejmara xwe ya Twitterê jî li gel belavkirina wêneyekî dema pêşwazîkirina Berhem Salih, kêfxweşiya xwe derbirî û anî ziman ku wan di civînê de gotûbêj li ser pêşhatên dawî, emnî û siyasî kirin.