Nêçîrvan Barzanî û Berhem Salih Civiyan

02 September 2020 19:08 0 dîtin
Nêçîrvan Barzanî û Berhem Salih Civiyan

PeyamaKurd - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokomarê Iraqê Berhem Salih, li Bexdayê civiyan.

Malpera Serokatiya Herêma Kurdistanê ragihand, di civînê de li ser rewşa siyasî ya Iraq û herêmê fikr û ramanên xwe bi hev re parve kirin û behsa giringiya yekkirina hêz û şiyanan bo derbasbûna qeyranan kirine.

Di civînê de tekezî li ser pêwîstiya çareserkirina kêşeyên rawestandî yên navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federalî ya Iraqê li ser bingeha destûr û yasa û parastina debara jiyana welatiyan û mûçexurên Herêma Kurdistanê û Iraqê hatiye kirin.

Geşedanên herî dawî yên herêmê û pêşvebirina peywendiyên Iraqê ligel welatên herêmê û cîhanê, mijareke din a civînê bû.