Koska Sipî: Wê Trump bi Nêçîrvan Barzanî û Berhem Salih re hevdîtin bike

21 January 2020 02:09 0 dîtin
Koska Sipî: Wê Trump bi Nêçîrvan Barzanî û Berhem Salih re hevdîtin bike

PeyamaKurd- Koşka Sipî plana hevdîtinên Trumpî yên ku wê li Davosê, di Forma Aborî ya Dinyayê (WEF)de bike ragihand. Bende ne ku Trump bi çend serokên dewletan re hevdîtinan bike ku di nava wan de serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî heye. Ragihandina hevdîtinên Trumpî ji aliyê ajansa Reutersê de hat kirin.

Di çarçoveya Zîrweyê de wê Trump bi serokkomarê Iraqê Berhem Salih, bi serokê Pakistanê bi Îmran Xan re, bi serokê Îswîçreyê bi Simonetta Sommaruga re û bi seroka Komîsyona Ewrûpayê bi Ursula Von Der Leyen re hevdîtinan bike. Hem dibe ku Berhem Salih di 22 ê mehê siet di 18.00an de axaftinekî bike.

Îsal li Davos a Îswîçreyê, di ser 100 welatan de tevlî formê dibin ku di nav wan de ekonomîst, siyasetmedar, karsaz, akademîsyen û rêxistinên sîvîl hene ku jimara wan di ser 3 hezar kesî de ye. Di zîrweyê de wê 220 civîn bi awayeka zindî bên weşandin.