Koska Spî dema civîna Donald Trump û Nêçîrvan Barzanî askere kir

22 January 2020 12:01 0 dîtin
Koska Spî dema civîna Donald Trump û Nêçîrvan Barzanî askere kir

PeyamaKurd - Koşka Spî ragihand, îro Çarşemê 22ê Çileya 2020 saet 11:50an li gorî dema Hewlêrê, serokê wî welatî Donald Trump li Davosê bi Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re dicive.

Li gor bernameya ku Koşka Spî ragihandiye, Donald Trump destpêkê bi Nêçîrvan Barzanî re dicive û paşê bi Serokomarê Iraqê Berhemd Salih re hevdîtinekê pêk tîne.

Bernameya Trump di roja duyem a Korbenda Davosê de bi vî awayî ye:

  • Îro saet 10:20an li gel rêveberên cîbicîkar ên kompanyayên Amerîkayê dicive.
  • Di saet 11:50an de li gel Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî dicive.
  • Saet 12:30an li gel Serokomarê Iraqê Berhem Salih dicive.

Hêjayî gotinê ye ku Nêçîrvan Barzanî di çarçoveya hevdîtinên xwe yên li Korbenda Davosê de, dê bi Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu, bi serokkomarê Dewleta Ermenistanê bi Armen Sarkisyan, bi Wezîra Karên Derve ya Swêdê Ann Linde re civînek pêk anîbû