Trump di dema civîna çapeniyê de bi lez û bez ji salonê hat derxistin
PeyamaKurd - Serokê Amerîka Donald Trump, dema civînek çapemeniyê de diaxifî ji aliyê koma ewlekariyê ve bi lez û bez ji salonê hat derxistin.
Donald Trump piştî demekê vegeriya salonê û da zanîn ku li derveyî Qesra Spî dengê çekan hatiye bihîstin.
Trump got, birêvebirên ewlekariyê gule li ser bergumanekî de reşandine û ew birine nexweşxaneyê.
Herwiha Trump diyar kir, birêvebirên ewlekariyê dê ser bûyerê agahiyên berfireh bidin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin