Trump, serokê ku bûye sedema lêpirsîna ezilkirina wî vexwend Koska Spî

03 November 2019 12:45 0 dîtin
Trump, serokê ku bûye sedema lêpirsîna ezilkirina wî vexwend Koska Spî

PeyamaKurd – Serokê Amerîkayê Donald Trump piştî pejirandina destpêkirina lêpirsîna ezilkirinê ji aliyê Meclîsa Nûneran ve ketiye zorê, niha jî Serokomarê Ûkraynayê Zelenskiyê ku ji ber hevdîtina wî lêpirsîna ezilkirinê hatiye destpêkirin vexwend Koşka Spî.

Trump li New York got, "Ezê pê kêfxweş bibim ku mazûbaniya wî li Koşka Spî bikim.”

Li gorî Demokratan, Trump di pêwendiyekê de ji Zelenskiy xwestiye, bi bedêla ku Amerîka alîkariya leşkerî bide divê ew jî li ser îdiayên bo kurê Cîgirê Serokê berê yê Amerîka Joe Biden lêpirsînê bike û ev pêwendiya han jî bû sedem ku lêpirsîna ezilkirinê li ser Trump were destpêkirin.

Trump jî dibêje, wê ti şaşiyek di pêwendiya ligel Zelenskiy de nekiriye û demokrat ji bo hilbijartina seroktiyê ya nikarin qezenc bikin van îdiayan derdixin pêş.