Donald Trump: Dem dema hilbijartinê ye

20 February 2025 09:57 0 dîtin
Donald Trump: Dem dema hilbijartinê ye

PeyamaKurd – Serokê Amerîkayê Trump di balafira xwe ya ku ji Florida vedigeriya Washingtonê de, derbarê mijarên aktuel de daxuyanî da çapemeniyê.

Trump bal kişand ku li Ukraynayê demeke dirêj hilbijartin nehatine kirin û wiha got: "Dema hilbijartinan e. Evdemeke dirêj e hilbijartin çênebûne. Dem dema hilbijartinê ye û herwiha dem hatiye ku em bizanin ka çi hatiye serê hemû pereyên (DYAyê daye Ukraynayê).

Trump da zanîn ku hevdîtinên bi Moskovayê re yên ji bo bidawîkirina şerê Rûsya û Ûkraynayê baş dimeşin û got, "Em bi Rûsyayê re pir baş tevdigerin. Em ê bi Rûsyayê re tiştekî bikin ku wî (Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelenskyy) nikarîbû bike. Ji bo rawestandina kuştina bi milyonan kesên din jî em dikarin bi Rûsyayê re li hev bikin."

- "Kart hinekî di destê Rûsyayê de ne"

Trump got, "Ez difikirim ku Rûs dixwazin şer bi dawî bibe. Kart hinekî di destên wan de ye, ji ber ku wan ewqas herêm bi dest xistine," Trump got û destnîşan kir ku Moskow di danûstandinan de li hember Kîevê xwedî avantaj e.

Trump ku îdia kir wan 350 milyar dolar ji bo Ukraynayê xerc kiriye û di berdêla van pereyan de ji vî welatî derbarê madenên giranbiha de lihevkirinek xwestiye û got, wî berê Wezîrê Xezîneyê yê Amerîkayê Scott Bessent şandibû Kîevê, lê Zelenskiy peymana ku li pêşberî wî hatibû danîn îmze nekiriye.