Harris: “Em li hemberî Trump amade ne, dema di hilbijartinê de serkeftina xwe ya pêsxwet ragihîne”
PeyamaKurd – Cîgira Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) û namzeta Demokratan a serokkomariyê Kamala Harrisê diyar kir ku ew amade ne ku serokê berê yê Dewletên Yekbûyî û namzedê serokkomariyê yê Komarî Donald Trump di hilbijartinên serokatiyê yên meha bê de pêşwext serkeftina xwe ragihîne.
Harrisê ji NBC Newsê re axivî û diyar kir ku ji hilbijartinan re 2 hefte mane û destnîşan kir ku ew ê mijûl bibin bi tiştên ku di şeva hilbijartinê de û di rojên piştî wê de biqewimin.
Harrisê diyar kir ku ew li hemberî Trump amada ne, dema ku di hilbijartinên serokatiyê yên meha pêş de serkeftina xwe ragihîne beriya ku hemû deng bên jimartin.
Wê b tundî Trump rexne kir û tawanbar kir ku hewl dide encamên hilbijartinên serokatiyê yên 2020î hilweşîne û di 6ê Rêbendana 2021an de li Capitolê ya Dewletên Yekbûyî tundûtûjiyê provoke dike.
Harrisê îdia kir ku Trump hewl dide hilbijartineke azad û adil têk bibe û got, “Trump kesek e ku hê jî îradeya gel înkar dike û komeke tundûtûjiyê teşwîq kir ku êrîşî Kapîtola Dewletên Yekbûyî bike. 140 efserên înfazê rastî êrîşê hatin û hinek jî hatin kuştin,” û got ku “Ev pirsgirêkeke cidî ye.”
Harrisê bal kişand ser wê yekê ku gelê Amerîkayê dê di nav 2 hefteyan de ji bo paşeroja welêt biryareke pir girîng bide û xwe wiha derbirî: “Ev biryar, diyar dike bê ka em welatekî weha ne ku qîmetê dide serokekî ku rêzê li erka xwe ya parastina Destûra Bingehîn digire yan na.”
Harrisê amaje bi daxuyaniya berê ya Trump ku gotibû “ew ê Destûra Bingehîn a Dewletên Yekbûyî “hilweşîne” û lê zêde kir: “Ez dixwazim ji gelê Amerîkî bipirsim gelo ew serokekî dixwazin ku têbigihîje ku divê Amerîka wekî rêberekî li seranserê cîhanê bi hêz bimîne, an dîktatoerekî mîna Donald Trump dixwazin. Bi vê hilbijartinê re ev vebjark bo me tên pêşkêşkirin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin