Trump: Dema ku Îran amade bû, wê li me bigere!

21 May 2019 10:55 0 dîtin
Trump: Dema ku Îran amade bû, wê li me bigere!

PeyamaKurd – Serokê Dewleta Amerîkayê Donald Trump diyar kir ku, nûçeyên ku dibêjin Amerîka hewil dide bi Îranê re gotubêjan bike ne rast in. Trump, “Dema ku Îran amade bû, ew dê li me  bigere.”

Donald Trump piştî daxuyaniya xwe ya duhî gotibû “eger Îran dixwaze şer bike, ew dê bibe dawiya Îranê. Careke din Amerîkayê tehdîd nekin.” ragêşiya di navbera herdu welatan de zêdetir bû.

Serokê Amerîkayê Trump li ser medya civakî, di daxuyaniyên xwe de berdewam e:

Trump ev daxuyanî da, “Ev nûçe ne rast in. Bêyî ku tu zanyariyên wan hebin dibêjin Amerîka hewil dide bi Îranê re gotubêjan bike. Ev nûçeyeke şaş e. Dema Îran xwe amade kir, ew dê li me bigere. Di vê navberê de aboriya wan her ku diçe têk diçe – Ji bo xelkê Îranê ev yek cihê daxê ye.”