Donald Trump dîsa dest bi mîtîngên hilbijartinê dike

12 October 2020 11:36 0 dîtin
Donald Trump dîsa dest bi mîtîngên hilbijartinê dike

PeyamaKurd – Piştî ji nexweşiya Koronayê, Serokê Amerîkayê Donald Trump hewil dide dîsa dest bi mîtîngên hilbijartinê bike. 

Trump ji kanala Fox re diyar kir, wî test û standartên ‘’herî bilind’’ derbaz kirine û ew rewişa wî jî ‘’pir baş’’ e. Wî da zanîn ku ew li dijî ‘’vîrusa Çînê ya xofdar’’ bi ser ketiye û ew ê zêdetir dermanan nexwe û got ez bo hilbijartinan amade me.

Trump wê îro Duşemê li Florîda be, roja Sêşemê here Pennsylvania û roja Çarşemê jî derbazî Iowe be.

Bi sedema di çalakiyên Trump de maske ne mecbûrî ye û mesafeya civakî jî bi baldarî nayê şopandin, ew tê rexnekirin.

Li gor agahiyên dawî yên Zanîngeha Johns Hopkinsê, li seranserê Amerîka 7,7 milyon kes bi vîrusa Korona ketine û 214,771 kes bi wê can dane.