Nêçîrvan Barzanî û Berhem Salih li Koska Selam civiyan
PeyamaKurd - Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ku serdana Bexdayê berdewam dike û bi rayedarên iraqî re hevdîtinan pêk tîne, îro bi Serokomarê Iraqê Berhem Salih re li Koşka Selam civiya.
Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, îro ji bo serdaneke fermî gihîşt Bexdayê û pêşî bi Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî û Serokê Parlamentoya Iraqê Mihemed Helbûsî civiya.
Nêçîrvan Barzanî piştî hevdîtinên ligel Ebdulmehdî û Helbûsî li Koşka Selam a Serokomariya Iraqê ji aliyê Serokomar Berhem Salih ve hat pêşwazîkirin.
Hat ragihandin ku Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di hevdîtinên her sê serokatiyên Iraqê de, peyvendiyên navbera Hewlêr û Bexdayê û rewşa dawî ya Iraqê û aloziyên ji ber xwepêşandanên berdewam rû dane gotûbêj kirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin