Nêçîrvan Barzanî û Berhem Salih li ser pêngavên pistî hikûmeta nû axivîn
PeyamaKurd – Li Silêmaniyê Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokomarê Iraqê Berhem Salih hevdîtinek pêk anîn.
Piştî hevdîtinê bi daxuyaniyekê hat ragihandin, Îro dûşemê 10.05.2020 di hevdîtineke bajarê Silêmaniyê de, Dr. Berhem Salih Serok Komarê Iraqê û Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê rewşa siyasî û hengavên piştî pêkanîna Hikûmeta Iraqê û pêwîstiya çareserkirina qeyranan guftûgo kirin.
Di hevdîtinê de behsa pêşhatên siyasiyên Iraqê kirin û her du alî bi girîngiyê ve tekez li ser pêwîstiya çareserkirina qeyran û nakokiyên berev pêkanîna aramî û nirxandina jiyan û debara welatiyên hemû navçeyan û bi Herêma Kurdistanê ve jî kirin.
Her li vê çarçoveyê de bi girîngiyê ve behsa pêkanîna Hikûmeta nû ya Iraqê ya bi Serokayetiya Mistefa Kazimî kirin. Ji bo derbaskirina qeyranan û karkirina dabînkirina debar û tendirustiya welatiyan, dakokiyê li piştevanî û hemahengiya li gel Hikûmeta Federal da kirin.
Herwiha bi navê têkşikandina paşmayên terorê û aramiya emnî li hemû navçeyên Iraqê da, çareserkirina kêşeyên helawestiyên di navbera Bexda û Herêma Kurdistanê li gor destûrê, bi taybetî jî yek alîkirina pirsa budçe û mûçeyên feranberan kirin.
Her li vê hevdîtinê de behsa pêwîstiya yekrêzî û nehiştina aloziyên li Iraqê kirin, bi awayek ku hemû hêz û şiyan ji bo desteberkirina aramî û debara xelkê û encamdana çaksaziyên bingehîn bê terxan kirin û li şûna nakokî û gengeşeyên teng, li gor destûrê xizmeta xelkê û daxwaziyên wan bê kirin.
Mijareke din a hevdîtinê jî ew bû ku her dû alî tekez li ser yekrêzî û tebayîya li Herêma Kurdistanê kirin, bi cureyek hemû alî dûrî li girjî û aloziyan, şiyanên xwe ji bo bi deng ve hatina pêwîstiya welatiyan û dabînkirina debara wan û aramiya siyasî û emnî yê terxan bikin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin