Leyla Zana besdarî bangeseya hilbijartinê bû û bersiva wan gotinên Erdogan da!

22 March 2024 19:10 0 dîtin
Leyla Zana besdarî bangeseya hilbijartinê bû û bersiva wan gotinên Erdogan da!

PeyamaKurd – Siyasetmedar Leyla Zana ku piştî 8 salan 21ê Adarê cara yekem beşdarî Newroza Diyarbekirê bû û gotarek pêşkeş kir, îro 22yê Adarê jî ji bo piştevaniya DEM Partiyê beşdarî li kampanyaya hilbijartinên şaredariyan kir. Zana di bangeşeya hilbijartinê ya li Hezro ya Diyarbekirê de, gotinên Erdogan ên 'em xizmetkarên gel in' bibîr xist û bersiva wî da.

Leyla Zana digel namzedên DEM Partiyê yên Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê Dogan Hatun û Serra Bucak çû navçeyên Hênê û Hezroyê yên Diyarbekirê û ji welatiyan xwest dengê xwe bidin wan.

Zana girîngiya ola îslamê û meha Remezanê bibîr xist û got: “Em hezar 400 sal in bi vê baweriyê li ser lingan mane. Kurdan ti carî baweriya Îslamê nekiriye amûra siyasî û di navbera xwe û Xwedayê xwe de baweriya xwe jiyane ku ya herî baş jî ew e.”

Leyla Zana di berdewamê de jî diyar kir ,"Em ê bi izna Xweda digel gelê xwe bi ser bikevin… Ez bawer dikim ku hûnê cardin wezîfa xwe bicih bînin. Partiyên sîstemê ji me re dibêjin, nebin xwe û xuya nekin. Hûn di vê serdemê de bersiva wan bidin û xwedî li îradeya xwe derkevin. Partî ne malê ti kesekî ye bi keda gel hatiye avakirin.”

'Cara ewil me gotibû'

Li ser gotinên Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan ên ‘em xizmetkarê gel in’ jî Leyla Zana got, “Ev gotin ji me hîn bûne. Cara ewil me ew gotin di axaftinên xwe de bikar anî. Ez bawer dikim ku em ê mil bidin hev û xwedî li îradeya xwe derkevin.”

Tê çaverêkirin Leyla Zana îşev jî li navçeya Sûrê û çend deverên din ên Diyarbekirê beşdarî bangeşeya hilbijartinê bibe.