Tayyîp Erdogan deriyê hilbijartina pêswext girt
PeyamaKurd – Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan derbarê Tifaqa Gel de jî wiha got: "Em ê teqez nebin nêçîra kesên ku nakokiyan derdixin. Em destûrê nadin ku di dîwarên partî û îtîfaqa me de şikestinek bê vekirin." Li aliyê din jî bi gotina “4 sal bê hilbijartin” deriyê hilbijartinên pêşwext girt.
Erdogan di bernameya Cejna Qurbanê ya ku ji aliyê Navenda Giştî ya AKPê ve bi minasebeta Cejna Qurbanê bi rêxistinên partiyê yên 81 parêzgehan re bi vîdeokonferansê hat lidarxistin de axivî.
Tayyîp Erdogan got, "Em ê rê nedin rojek jî bi derbaskirina 4 salên bê hilbijartin, tijî xizmetên mezin, xebatên hêjayî Sedsalê, projeyên mezin û reformên di her warî de bên wendakirin."
Erdogan derbarê Tifaqa Gel de wiha got: "Tifaqa Gel temînata yekîtî, aştî û biratiya 85 milyon însanî ye. Tifaqa me çiqasî xurt bibe, Tirkiye ew qas ewledar dibe. Ji ber vê yekê teqez em ê nekevin bin hîleyên kesên ku nakokiyan derdixin. Em ê rê nedin ku di dîwarên partî û tifaqa me de xetek bê vekirin."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin