Erdogan: Gotina dawî dibêjim, hilbijartina pêswext nîne û nabe!
PeyamaKurd – Serokomarê Tirkiyê û Serokê Giştî yê Partiya Dad û Geşepêdanê (AKP) Recep Tayyip Erdogan, îro 22yê Kanûnê roja Çarşemê di koma partiya xwe ya parlamenê de gotarek pêşkeş kir û tê de li ser gelek mijarên rojevê daxuyanî dan.
Erdogan li ser biryara wan a ku bi rêya vekirina hesabên bi wade yên lîreyê tirk ku pê nirxê dolar li hember lîreyê tirk bi qasî 4 lîreyan hatiye daxistin got, ew gihîştine armanca xwe û ew dê bi vê pêngavê encamên dixwazin bi dest bixin.
Serokomarê Tirkiyê di beşeke din a axaftina xwe de, rexneyên tund li partiyên opozîsyonê girtin ku hilbijartina pêşwext dixwazin û got, “Hilbijartina pêşwext nîne, wê nebe jî. Hilbijartin di sala 2023yan de tê kirin, gotina dawî dibêjim.”
Herwiha Erdogan ji bo siyasetmedar, akademisyen û rojnamevanên rexneyan li deshilatiya wî digirin jî diyar kir ku ew dê bi ser nekevin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin