Erdogan ji Trump xwest ku pistgiriya xwe ya bo YPGyê bi dawî bike
PeyamaKurd – Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan di pêwendiyeke telefonî de, piştî ragihandina ku ew bo cara duyem bû serokatiya Amerîkayê, ji Trump re gotiye ku divê piştgiriya xwe ji YPGyê bi dawî bike ku mezintirîn pêkhateya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (DSG) li Sûriyeyê ye û divê sînorên Tirkiyeyê biparêze.
Erdogan duh di daxuyaniya xwe ya ji bo rojnamevanan de got, “Em ê di heyama nû da hevdîtinên xwe yên bi Birêz Trump re bidomînin û geşedanên li herêmê û vekişîna hêzên Amerîkayê ji Sûriyeyê gotûbêj bikin.”
Erdogan bal kişand ser wê yekê ku Tirkiye di siyaseta xwe ya çêkirina kembereke ewlehiyê ya kûrahiya 30 heta 40 kîlometran li ser sînorên xwe yên başûr bi biryar e.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin