Erdogan, bi nameyeke dorfireh pistgiriya Kurdan xwest!
PeyamaKurd- Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayip Erdogan ku di heman demê de Namzedê Tifaqa Cûmhûr ê Serokomariyê ye, di ser hesabê xwe yê medyaya civakî re nameyek arasteyî Kurdên bakur kir.
Recep Tayip Erdogan ê ku di rojên dawî de ji bo hilbijartinên giştî yên Tirkiyeyê li gelek bajarên bakur jî mitîng li dar xistin, di ser hesabê xwe yê medyaya civakî re ji bo piştgiriya Kurdan bigire, nameyeke dorfireh araste kir.
Erdogan di peyama xwe de got, “Birayên min ên hêja yên Kurd!
Heta îro em hîn jî têdikoşin ku em mafên we yên wekî şîrê spî yê dayîka we helal in bidin we. Ji bo ku dayîk negirîn û agir nekeve dil û hinavan, me hewilên mezin dan.
Hûn şahedên herî nêzîk ên hewildanên me yên dilsoz in. Hûn baş dizanin ku me çi zehmetî derbas kirine û çi xefik li pêşiya me hatine danîn. Helbet kêmasiyên me jî hebûn, tiştên ku me dixwest em bikin lê me nikaribû em bikin hebûn lê diyar e ku me di warê maf û azadiyan de çi haniye Tirkiyeyê.
Bêguman, em ê nehêlin ku ew paşve biçin. Kî hewil bide Tirkiyeya kevin di bin gefa terorê de vejîne, ew ê me li hemberî xwe bibîne.
Her kî hewil bide ku çekan bide destê zarokên belengaz ên Kurd û gule li leşker, polîs û mirovên me bide teqandin, ew ê me li hemberî xwe bibîne.
Yê ku li ser navê hêzên emperyalîst neyeta destdirêjiya aramiya miletê me bike, ew ê me li pêşberî xwe bibîne. Kî hewil bide destdirêjiyê li mafên we bike, ew ê Tayîp Erdogan û Tifaqa Cûmhûrê li hemberî xwe bibîne.
Heta wê dema ku Rebê min temen bide û gelê me jî destûrê bide, li vî welatî dayîk dê car din negirîn...
Kesek nikare zarokên me bi zor birevîne çiyayan. Bi hatina şevê, tarîtiya terorê jî dê bi ser bajarên me de danekeve…
Kesek dê nikaribe gef li birayên min ên Kurd bixwe, bi darê zorê û çekan, kesek dê nikaribe dest deyne ser vîna wan!
Em ê bixebitin heta ku Tirkiye ji bo 85 milyon mirovan bibe cihekî azad, aram û dewlemendtir.
Em ê bi hev re bi piştgiriya birayên xwe yên Kurd Sedsala Tirkiyeyê ava bikin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin